Turks request for "Axao Ferman E"
Help translate from Kurdish (Kurmanji) to Turks song Axao Ferman E by Dengbêj Şakiro
Requested by:
Cuma Gülmüş
on 24 feb 2026 - 23:06
Cuma Gülmüş
on 24 feb 2026 - 23:06 Originele teksten
Kurdish (Kurmanji)
Vertaling
Turks
Axao Ferman E
Axao – gotin
Axao, axao, axao, axao…
le herê maqûlo, sibe ye şereka li me çêbû,
qaleka li me qewimî
li kirrê Milazgîrê Xanoxliyanê kavil.
Keko li bestê, wa li bestê.
Sibe ye mi dî Evdilbaqî
bi sê denga bang dikirî, go:
Zahiro lo lawo, tu çê bi çê bixebiti,
hespa ji tewlexanê bikişîni.
Dengê tifinga Bavê Mihemed Siwarê Zebanî,
îro ji êvara Xwedê da çuqa li mi xweş tê.
Gidî dema cendirma
dor li Bavê Mihemed Siwarê Zebanî digirtin,
bira tê ra derketa
birek siwarê Malbatê jê dilşewitî.
Na wele Silêmanî Ehmed Kekê Şeşê,
hêsîr û dîlê destê Îranê.
Bavê Elo Kekê Fodil,
fenanî gurekî yekane.
Ji kêf ra berdî nava kerî pezê
li deştê.
Ferman e, axao, ferman e, ferman e.
Ferman e fermana Mîrê Mîran e.
Tivêka teresê cendurman e.
Hewar û gaziya qereqol û qaymaqaman e.
Çi bikim, destê Kurdane li ber rûyan e.
Eşîr ji xwe re hêsîr mane.
Berxê li peşiya bavê te
ne havîn e, ne buhar e.
Li pêşya me her çar rojê sar e.
Ez nemînim vê sibengê,
qoce payîz û dîsa zivistan e.
Axao, axao, axao, axao…
Herê maqûlo, sibe ye şereka li me çêbû,
qaleka li me qewimî
li kirrê Milazgîrê
li Xanoxliyanî kavil, wa bi ce ye.
Evdilbaqî bi sê denga bang dikirî, go:
Zahiro lo lawo, tu çê be çê bixebite,
hespa ji tewlexanê bikişîni.
Mi dî ser serê
Bavê Mihemed Siwarê Zebanî,
şer e vê sibengê,
yeqîn oxilme ye.
Gidî dema cendirma
dor li Bavê Mihemed Siwarê Zebanî digirtin,
bira tê ra derketa
birek siwarê Malbatê jê dilşewitî.
Na wele Silêmanî Ehmed Kekê Şeşê,
hêsîr û dîlê dest Îranê.
Bavê Elo Kekê Fodil
fenanî gurekî yekane ye.
Mêra dikuji, hespa distîne,
tevî zînan û gema
ji êvar da dike yextirme ye.
Ferman e, axao, ferman e, ferman e.
Ferman e fermana Mîrê Mîran e.
Tivêka teresê cendurman e.
Hewar û gaziya qereqol û qaymaqaman e.
Çi bikim, destê Kurdane li ber rûyan e.
Eşîr ji xwe re hêsîr mane.
Berxê li peşiya bavê te
ne havîn e, ne buhar e.
Pêşya me her çar rojê sar e.
Ez nemînim vê sibengê,
qoce payîz û dîsa zivistan e.
Login of registreer om een vertaling te plaatsen.














