ウクライナ語 request for "RABE"
Help translate from クルド語(クルマンジー) to ウクライナ語 song RABE by Mustafa Rêzan
Requested by:
Aryan
on 6 4月 2021 - 12:48
Aryan
on 6 4月 2021 - 12:48 オリジナル歌詞
クルド語(クルマンジー)
翻訳
ウクライナ語
RABE
Rabe ji erda sar
Û bigire pêlîstokên xwe wekî her demê
Bi rev, were qada lîstinê delalo
Heval tev, li benda te ne
Şêxo, Narîn û Nergis, û Lalo
Li benda lîskê ne
Nîne cîran ku bera we de
Û we biqewirîne ji nav şadiyê
Nîne gur û kuçikên manço
Ku we êvaran bitirsîne
Li ser bîna xwe sekinîne
Rabe ji erda sar nazenîna min
Tuyê serma bixwî û dilê dê bisûzîne
Rabe û çîrokên efsûnî bidawî nehêle
Bila mîna çivîkên malan
Dengê te ji qulên dîwaran nebilê
Ey li mal û kolanan xweşxwendan
Deng û sedayê efsûnî ya jiyanê
Rabe û rahêje tûrikê xwe ya biçûk
Dizanim ne cejn e
Lê şekira dilê min ditewire
Û ber hev ke, mal bi mal bigere
Bi wan gavên biçûk û destên biçûk çavê min
Rabe biçûkê min ji erda sar û çavên xwe negire
Binêre! Ezman çiksayî ye
Û stêrk bangewaziya te dikin
Rabe û stêrka min tene nehêle.
Aryan
submitted on 4 4月 2021 - 18:00













