トルコ語 request for "Lo Axayo"
Help translate from クルド語(クルマンジー) to トルコ語 song Lo Axayo by Dengbêj Şakiro
Requested by:
İbrahim Çamur
on 31 10月 2025 - 21:07
Submitter's comments:
Teşekkürler. Spas!
オリジナル歌詞
クルド語(クルマンジー)
翻訳
トルコ語
Lo Axayo
Lo Axao, Axao, Axao…
Lo lo maqûlo, sibe bû, li dîharê Cemalvêrdî diketim bavêj e.
Tu bala xwe bidê, helehelê lawê bava,
qîrçînê çapiliyan û martêlya.
Tivinga destê Seyîdxan malê Romê ye;
barûda xwe dirêje, gulê xwe xweş davêje.
Herçî dîwana egîtê mala bavê mi tê da rûniştî be,
bira kes rûmenê methê mêranya xwe nede;
xeberê kin û dirêj mebêje, rabe.
Herçî dîwana egîtê mala bavê mi rebenê tê da rûniştî be,
bira kes rûmenê methê mêranya xwe nede;
xeberê kin û dirêj mebêje wê.
Teyfûq bi sê denga bang dikirî, go:
“Seyîdxan, mala te xira be! Helhel e, ez heme;
Bavê Salih, berxê Mala Ûsivê Seydo,
peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat.
Ne ez birayê te me;
mi bi telaqê jinberdanê sond xwarî.
Li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê.
Gelo vê sibengê gere îro li Cemalvêrdî mêra bikujim?”
Fenanî miya ku berxa xwe wenda ke,
dê weledê milê xwe bavêje.
Helan danê, helan danê;
egîtê mala bavê mi nemayê, helan danê.
Ez ji te ra sond bixwim,
bi sonda qesemê bi navê Quranê;
berxê mala bavê min bîna barûdê hildanê.
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê,
heya mêra nekujin, bi silametî ranabin
ji erasa vê meydanê.
Lo Axao, Axao, Axao, Axao…
Lo lo maqûlo, sibe bû, li dîharê Cemalvêrdî diketim;
darî ter e.
Sibe ye Seyîdxan derketî banê qesrê,
bi sê denga bang dikirî Sidîqê Hecî Mistefa Begê:
“Di bextê gora bavê te ketime.
Pêşiya firarê me berde.
Gidî, fîrar gune ne;
bira derbas be here.
Hey malmîrat!
Çima tu nizanî çend salê me temam bû hukumeta Cumhuriyetê,
li sirgûnkirina çolix û çocix
û birrîna serê me digere?”
Sidîqê Hecî Mistefa Begê digo:
“Wele nabî, bîle nabî.
Mi bi serê Şêx Badînê, erdê Dignûgê, sond xwarî;
tu car nabî heya li dunyayê sax û silamet bim.
Fîrarê Seyîdan û Beraza nayê bi silametî,
bi ser mi ra derbas nabî, rabe.”
Teyfûq bi sê denga bang dikirî, go:
“Seyîdxan, mala te xira be! Helhel e, ez heme;
Bavê Salih, berxê Mala Ûsivê Seydo,
peyayê xerîb, mêrê merxas, kewê ribat.
Ne ez birayê te me;
mi bi telaqê jinberdanê sond xwarî.
Li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê.
Gere îro li Cemalvêrdî mêra bikujim.
Ez ji te ra sond bixwim:
fenanî miya ku berxa xwe wenda ke,
gidî dê weledê milê xwe bigere.
Hey malmîrat!
Ji şerefa mala me ra eyb e.
Li ber xelkê tu negere.
Tu nizanî peyayê bikeve qarşî kozika birayê te bi tenê.
Ez ji te ra sond bixwim bi telaqê jinberdanê:
bi saxî û bi silametî,
bi ser çolix û çocixê xwe da venagere.”
Helan danê, helan danê;
egîtê mala bavê mi nemayê, helan danê.
Ez ji te ra sond bixwim,
bi sonda qesemê bi navê Quranê:
berxê mala bavê mi gulîbirê, bîna barûdê hildanê.
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê,
heya mêra nekujin, bi silametî ranabin
ji erasa vê meydanê.
Lo Axao, Axao, Axao…
Lo lo maqûlo, sibe bû, li dîharê Cemalvêrdî diketim;
çem û kanî.
Sibe ye Mûsa Beg derketî banê qesrê,
bi sê denga bang dikirî Sidîqê Hecî Mistefa Begê:
“Di bextê gora bavê te ketime.
Serê xwe ji xewa şêrîn bilind ke.
Hela bala xwe bidê, helhelê lawê bava,
qîrçînyê çapêlyan û martêlya.
Firarê Seyidan û Beraza
bi limêja sibê ra gund hilanî.
Ca agirê kulê bikeve mala xelkê Intabê.
Ser serê egîtê mala bavê mi nemayê;
ji êvar da agir dada kirin kafiristanî, rabe.”
Teyfûq bi sê denga bang dikirî, digo:
“Seyîdxan, mala te xira be! Helhel e, ez heme;
Bavê Salih, berxê Mala Ûsivê Seydo,
peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat.
Ne ez birayê te me;
mi bi telaqê jinberdanê sond dixwarî.
Li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê.
Gere îro li Cemalvêrdî
Sidîqê Hecî Mistefa Begê, Mûsa Begê,
tevê Mamê Begê komê xulama bikujim.
Li qarşî çolix û çocixê wan,
çek û sîlehê wan ji desta bistînim bi mêranî.
Xelk bizanibî lawê bava hebû.
Li piştî xirabiya xelkê,
ji bîr nekir; heyfa xwe hilanî.”
Helan danê, helan danê;
egîtê mala bavê mi nemayê, helan danê.
Ez ji te ra sond bixwim,
bi sonda qesemê bi navê Quranê:
berxê mala bavê mi gulîbirê,
bi dil û cîgerê xwe guven in.
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê,
heya mêra nekujin, bi silametî ranabin
ji erasa vê meydanê.














