Turco request for "Gundo"

Help translate from Curdo (Kurmanji) to Turco song Gundo by Dengbêj Şakiro
Requested by: Ebru Demirel Ebru Demirel on 5 Ott 2025 - 10:39
Iscriviti Iscriviti
Testi originali
Curdo (Kurmanji)
Traduzione
Turco

Gundo

GUNDO - gotin
Delaliya dilê mi sekinî li derê malê
minê mêze kirî qed û qametê şîrîn gelo li mi lo bejn û balê ezê dikim ramîsanekê kerem bikim
li dev û lêvê şekirî, li yanaxê ehmedî
terzê di hakimî şemlê di Erebî
li xala binê guharê, gelo li nîşana lo li binê xalê
sebra dilê mi ez bi qurbana bejna zirav girêdana timtêla xerîb
derva sar e zivistana welatê me Serhedê giran e
malxirabê tuyê li derva mesekine
gelo qasekî kerem bike ax lo li yalê malê
ax lo li min, ax lo li min
ax lo li min lo tev lo gundo
Lo lo kuro delaliyo sibe ye bihara welatê me Serhedê hatî
malê me danîne çiyayê bilind berxo ax lo li zozana
tu dêhna xwe bidê lawikê mi ji welatê qurbetê hatiye xizêmek ji dev û lêvê şekirî ra aniye
şirik daketin berxo lo ser dirana
agirê kulê bikeve mala der û cînar û gundî malî
fesada tevî van şeytana
sebra dilê mi bi tenê
hela rabe çawa nehîştine ez û delaliyê dilê xwe
qasekî li kêleka hevdu rûnên bi hev ra mijûl bibin bikevin gilî gotin û ax lo qisedana
şeva îşev minê delaliyê dilê xwe
di nava cîh û nivîn û yataxê da qebûl bikira
bira ji êvarê hetanî mîla ber şefekê serê xwe bide ser cotê zer memika berxo ax lo li min lo zerbistana
 
ax lo li min, ax lo li min
ax lo li min lo tev lo gundo
ezê çavê xwe digerînim dêrisê gunda da nabînim qîzê di çê, bûkê rindo
belkî tu xirav bî kambax bibî
di te da nexwîne şalûl û bilbil lo pepûk kundo
Lo lo kuro delalîko buhar e malê me danîne li zozanê jorîn gelo li çem û çevkanîka lo li van sona
ax tu rabe ezê bi destê dalaliyê dilê xwe bigirim
zozan bi zozan bigerînim emê rûnê lo li hêşiyê kona
ez bi heyran gelo tu dêhna xwe bidê
emê bi destê hevdu bigirin ji konî Erebî derkevin çend rojeka bigerin şevê nîvê di şevê, berxo lo li hîverona
ax lo li min, ax lo li min
ax lo li min lo tev lo gundo
gundo tu xira bî vê sibengê
çavê xwe digerînim nagerînim tê da nabînim
ax qîzê di çê berxo, lo bûkê rindo
belkî tu xira bî, tu wêran bî
di te da nexwîne şalûl û bilbil lo pepûk kundo.
 
 
Accedi o registrati per pubblicare una traduzione
expand collapse Song details
Yaser Dural Yaser Dural
submitted on 18 Feb 2025 - 20:18
Commenti dell’autore:

saet xweş!