Türkisch request for "Dosto"
Help translate from Kurdisch (Kurmanji) to Türkisch song Dosto by Dengbêj Şakiro
Requested by:
Şükrü Çalışkan
on 5 Sep 2025 - 05:43
Şükrü Çalışkan
on 5 Sep 2025 - 05:43 Originaltext
Kurdisch (Kurmanji)
Übersetzung
Türkisch
Dosto
DOSTO – gotin
Ax de lê lê lê lê lê lê...
bê de lo lo lo lo lo lo...
Sibe ye minê li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
minê li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
le ava Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
tê li orta Boçikmasûriyê, Zado, di Mado
bi Şariyanê re daw dibîne, Mûradê ra li hev dikeve
saet li şeşê di şevê bû
mi dî destekî sar û cemidî
nava singê û berê mi çîlê mi başê, mi bozê, mi beyazê
mi deste goştê bû
ji mi turê ezrahîlê kulê, melekê mewtê bû
mi dî destê teresê Dosto bû
pirte pirta zikê Dosto bû
fenanî kalê cezebe da
fenanî hirça di çile da
fenanî gayê qetil û ecelê wî bê
gidîno bizivire ji xwe ra
li kêra xwe binêre lo lo
Le Dosto rebeno sibe ye
dilê mi kînekîn e
zivistan e, çilê erbeîn e
tu rabe kûzê avê ji mal bîne
ser qurêneka derî da welgerîne
derî veke bila neke di çirîne
heft birayê mi hene
çûne raw nêçîrê, li mal nîne
pîre dayika mi, kalê bavê mi
ketîne xewê
hay ji bayê felekê tunîne
tu rabe
deste nivîn mi bi xwe ra bibe
herem odesiya me ya tewra di jêrîne
bikeve nava taxima sing û berê mi
çîlê, mi başê, mi bozê, mi beyazê
mi deste goştê
gul û sosinê di xas baxçê bavê te da wisa nîne
Le dosto digo de lê lê keçikê
dilê min hatinê heye
qam û qidûmê çokê mi tunîne
gava mi derî vekir
derî dikire di çirîne
minê Ezrahîlê kulê, melekê mewtê
tev di pişta dêrî da dîne
bîst û çar tamarê nav mila mi mirine
tamara binê zimanê mi tenê wa dimîne
Go le Dosto rebeno
stêrka tu dibêjî stêrka sibê nîne
stêrka kawranqirîn e
di orta wê û sibê da
hê sê saet ji sibê ra ca dimîne
ew gelek canik camêrê fananî te
ji ber deriya
ji pişt xaniya ji xwe ra dizivirîne
go de lê lê keçikê
dilê mi hatinê heye
qam û qidûmê çokê mi tunîne
Go le Dosto rebeno
sibeye vê sibengê eger tuyê têyî were
gava tu nayê bi sonda temam ji te ra ca sond bixwim
ezê ji te ra bi Horyan Baba kim
bi Gurgur Baba kim
bi Uryan Baba kim
bi Gozel Baba kim
Dede Mexsût, Dede Mirad kim
Ocaxa erdê Bilîsê kim
Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim
Şêx Ehmedê Amasiyê kim
Bi Seydayê Taxê kim
Şêx Eliyê Paliyê kim
Şêx Şabedînê erdê Diyarbekirê kim
Ocaxa erdê Xirtê kim
Şêxê Çoxreşiyê kim
Mala Seydayê Nêhriyê kim
Şêxê Tiloyî kim
Şêx Eşûrê Erebî ewla seyîd e
dostê Xwedê kim
Şêx Badînê erdê Dignûgê kim
Şêx Evdila şêxê Milazgirê kim
Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê
Şexsan û zaretê serê Kosedaxê, Gilîdaxê
etegê Sîpanê kim
bi Încîla Îsa kim
bi Tewrata Mûsa kim
bi Zebûra Dawid
bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim
eger tuyê têyê were
gava tu nayê
herçî sondê min sond xwarine
berxê temamî xenîmê
can û bedenê te û dê û bavê te
bi lo lo.
Anmelden oder Registrieren, um zu übersetzen












