Reqso

Weyla

Reqso
 Добавить в избранное
Arrow down
Arrow down

Weyla

(Verse I)
Weyla weyla dîsa piyê min qurifî (qurifî)
Bêhemdî Eleqî û çelqizî (ahoo)
Ketim nava teşqela
Ji nîşka ve wisa bû û destê min li hawa bû
 
Hêdî hêdî were virde (were)
Çep lêxe rast vegere (vegere)
Kê ji kê re çi ji çi re
Ha ji te re ha ji wîre
Gelo çi ji te re
Tiştek tine
 
Di nava toz û dûmanê de wenda bela wela bû
Bi hizr û bîr û bawer di aliyan de her û wer
Eha kete nava orta Xelîl û Celîl
Piştê bifirkîne û xwe zêde neewiqîne
 
(Dîsgotin)
Weyla weyla ketim nava dest û piya
Weyla weyla ê-ne ev ji te re nema
Weyla weyla mala minê te xenê kir
Weyla weyla êhêê..
 
Weyla weyla ketim nava dest û piya
Weyla weyla ê-ne ev ji te re nema
Weyla weyla mala minê te xenê kir
Weyla weyla êhêê..
 
(Verse II)
Gurz
Deyz
Kolan
Kesax
Patoz
Dirûn
Çakûç
Bizmar
Tefşo
Satil
Cûr
Danûk
Neqr
sênîka savarê
Tu tu tu tu lextik bide mirîşka (wer wer)
Here biçe qoxik (qoxik)
Dest nede hêka motik
Nanê sêlê goştê çivîka
Toyê li ser mast tuyê şêmî
Şal û şapik helawa Sertê
Tirşika tûj goşt û birinc
Bo serê govendê dîsa şer û pevçûn
Ji eyar û tehmê derket
Dîsa pite-pit lewlebazî dîsa ne razî
Bi hev re bêjin birazî
Serê salê binê salê
Xwedê aramiyê bixe nava vê civakê
 
(Dîsgotin)
Weyla weyla ketim nava dest û piya
Weyla weyla ê-ne ev ji te re nema
Weyla weyla mala minê te xenê kir
Weyla weyla êhêê..
 
Weyla weyla ketim nava dest û piya
Weyla weyla ê-ne ev ji te re nema
Weyla weyla mala minê te xenê kir
Weyla weyla êhêê..
 
Facebook X
expand collapse Song details
RoniTheKurd RoniTheKurd
submitted on 6 Апр 2023 - 00:27
Give a shoutout to RoniTheKurd