Pîrbûn

Kazo
Perzisch vertaling
Add to favorites
Originele teksten
Kurdish (Kurmanji)
Vertaling
Perzisch

Pîrbûn

Pîrbûn çiqas derdek zor e, mirov ji ciwaniyê dûr e
Xwezil bila mirin hebûya, evînî pîrbûn tunebûya
Wexta mirov bû bîst salî, ji bo evîniyê dinale
Sî saliyê de xwe çê dike, tayê spî ket cênîkê
Wexta emir bû çil salî, ji bo evîniyê dinale
Sal çil û pêncan naraweste, ciwaniyê xatir xwestiyê
Wexta ermrê pêncî dibe, ronahiya çavan kêm dibe
Emrê dibe pêncî û pênc sal, mabû bitenê bê dost û yar
Emrê xwe şêstan tijî kir, pora reş û ser spî kir
Şêst û pênc salî ber dîwar î, emrê borî/ xwe çû heftê salî
Heftê û pênc salan dibîne, guh kerr dibe çav nabîne
Emrê çûye bûye heştê, meqseda xwe negihîştê
Emrê borî nayê taze, li pêşiyê da gazin û evraz e
Taqet nema/ tune ku bimeşe, wê çaxê mirinê dixwaze
Emrê mezin çûye sed sal, bo çi ye emrê hezar sal
 

پیری

پیری چقدر درد دشواریست انسان از جوانی دور است
ای کاش مرگ بود عاشقی و پیری وجود نداشت
زمانی که انسان بیست ساله شد برای عشق می نالد
در سی سالگی خود را آراسته می کند، موی سپید به گیجگاه افتاده
زمانی که سن شد چهل سال، برای عشق می نالی
عمر در چهل و پنج نمی ایستد، جوانی خداحافظی کرده
وقتی عمر پنجاه می شود روشنایی چشم ها کم می شود
عمر می شود پنجاه و پنج سال، مانده تنها بی دوست و یار
عمر خود را از شصت پر کرد، موی سیاه سر را سفید کرد
در شصت و پنج سالی کنار دیواری، عمر رفته/ خودش رفت به هفتاد سال
هفتاد و پنج سال را می بیند، گوش ناشنوا می شود، چشم نمی بیند
عمر گذشته شده هشتاد، به مقصد خود نرسید
عمر رفته تازه بر نمی گردد، در مقابلش گلایه و سربالایی است
قدرت نماند/ نیست که راه برود، آن زمان مرگ را می خواهد
عمر زیاد رفته به صد سال، چه سودی دارد عمر هزار سال
 
expand collapse Translation details
Aryan Aryan
submitted on 18 apr 2021 - 18:57
Give a shoutout to Aryan