التركية request for "Asyayê"
Help translate from الكردية (الكرمانجي) to التركية song Asyayê by Dengbêj Şakiro
Requested by:
Yaser Dural
on 5 فبراير 2025 - 12:53
Yaser Dural
on 5 فبراير 2025 - 12:53
Bumped on 20 يونيو 2025 - 11:25
Submitter's comments:
Teşekkürler
كلمات أصلية
الكردية (الكرمانجي)
الترجمة
التركية
Asyayê
Axao, hey li min, li min, li min…
Wê maqûlo, hey li min, li min, li min…
Asyayê bi sê dengî bang dikirî, go:
“De lê lê, Besrayê, dayê rebenê; sibe ye şereka li me çêbû.
Qaleka li me qewimî li sûra kafirî Salah.
Li hewşa kafirê Emir Tûman…”
Weyla, li min nemayê.
Tu sêrbike îro ji êvaran da li ser kanîyê.
Îro, ji êvara Xwedê da tê girmîna tometîka vî zalimî.
Nemînim sewta vê boriyê.
Ecem e; beşîncî mezheb e; dîn û duşman e.
Gulê barûdê bi ser serê me dadibare, dibarinî fenanî taviyê va — zalima bêdîn û duşman e.
Tu sêr bike:
Li me biriye, nade me da deqe û mohlet û saniyê.
Besrayê bi sê dengê bang dikirî, go:
“Ferzende mala te xirab be!”
Te digot: “Ez Ferzende me, ez Ferzende me.
Ez bavê Elfesiya, siwarê Eznawir im.
Xwedanê kuçûk çapiliyê me.
Li welatê dordincî ordiyê mêr ser mir ra qe tunene.”
Go Besrayê:
“Agirê kulê di qapiyê te ketê.”
Ezê bi cotek gulê tometîka vî zalimê birîndar im.
Ev ne şerê Hesenan e;
Ne şerê Heyderan e;
Ne şerê Cibiran e;
Ne şerê donzdeh bavê eşîran e.
Hewşa kafirê Emir Tûman e.
Ecem e, beşîncî mezheb e; bêdîn û bêîman e.
Li ser serê me:
Hurmînê topan e, girregirrê tometîkan û makinîlyan e.
Li me biriye deqe û saniye, nade me da mohlet û eman e.
Gava din da li qarîşî şerîata Mihemed sekiniye.
Ji êvaran da ji min ra dixwîne meydan û fermane.
Îro ji êvara Xwedê da:
Ezê bi cotek gulê tometîka vî zalimî birîndar im.
Cinazê Silêmanê Ehmed, komê Hesena, li pêş çavê min e.
Heyfa min nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed — koma Hesenan e.
Heyfa min tê li wê heyfê — ji êvara Xwedê da.
Li qarîşa min ji milayê vekirin:
Rutbe û nîşan û elametê Hemîdiyê.
Lo Axao, wele nabî, bîle nabî.
Şer giran e.
Keremê Qolaxasî mêrkî mêrxas e.
Bi sê gulê birîndar e.
Tê kuştinê — tu caran tu zemana jê venabî.
Cewabekî nebixêrê hatiye dibêje: “Îro sê roj û sê şev e.”
Erz û eyaleta Mala Emer:
Li kavîliya Îranê.
Li piştê manegiya cî nabîne, star tunîne, lê peyabî.
Esker em bin, esker em bin.
Em berxê Mala Emer bin; qaçaxê Romê bin; firarê dewletê bin.
Kerem digote Evdal, Evdal digote:
“Em du peyayê Mala Mistefa Axa, du tayê bi tenê bin.
Berxê Mala Evdalê Mistê bin.
Bi malekî minanê Mala Emerê kulîxwir ra bi heval bin.”
Sêr bike li me û li vê zilmê.
Çar tixayê Qeceran û sêrbazan û papaxgenî derê qonaxa li me bigirin.
Ji herdu malê bi Kulîxwir ra bibêjin.
Lawoyê: “Tifingên destê xwe danîn; teslîmê nêçelîngê me bin.”
Ê de lêxin, bavê bavê mino, de lêxin.
Sûstema ji hustiyê xwe da bînin.
Qûndaxê martêliyan û çepilyan li erdê xin.
Em hene ji berê.
Di paş da — qaçaxê Romê nin, firarê dewletê nin.
Berxê Mala Emer in.
Piçûk û mezinê me rabûne, ranebûne — mirîd û canfîdayê Mala Şêx in.











